Ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê peyama destxwesiyê bo serkeftîbûna serdana Papa

10 March 2021 17:32 0 dîtin
Ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê peyama destxwesiyê bo serkeftîbûna serdana Papa

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Piştî civînê hat ragihandin, di destpêka civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya roja Cilên Netewî ku çend sal in welatiyên Herêma Kurdistanê di roja 10ê Adarê de bi merasîmên cuda rêz li cilên kurdî digirin, pîrozbahî li Kurdistaniyan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi serdana qedaseta Papa kir û bi serdaneke girîng û dîrokî bi nav kir û got: “Vê serdanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê maleke girîng a pêkvejiyana aştiyane li navçeyê ye. Herwiha destxweşî li rêkxer û dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî li hêzên ewlehiyê kir, ji bo serxistina vê serdanê ku bi serkeftî û di keşeke aram de bi rê ve çû."

Piştre Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq û Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî raportên xwe yên derbarê serdana qedaseta Papa û girîngiya serdana wî û derencamên wê ji Herêma Kurdistanê re pêşkêş kirin.

Di beşeke din a civînê de, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir dawî reşnivîsa projeya dana destûra perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Piştî guftûgo û pêşkêşkirina çend têbînî û sererastkitinan, proje hat pesendkirin.