Qubat Talebanî, encamên hevdîtinên li Bexdayê ragihandin
PeyamaKurd- Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî, di derbarê hevdîtinên Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Iraqê de daxuyaniyek da.
Kubad Talebanî diyar kir ku hevdîtinên ligel berpirsên hikûmetê û aliyên siyasî yên li Bexdayê hatine kirin gelek zelal, cidî û erênî bûne û di dewama axaftina xwe de wiha got:
“Hevdîtinên ku ligel Serokwezîrê hikûmetê, min û şanda herêmê li Bexdayê hatin kirin, bi Birêz Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û serokên partiyên siyasî re gelek zelal, cidî û erênî derbas bûn.”
Cîgirê Serokwezîr Qubat Kubad Talebanî amaje bi mijarên pişka bûdceyê û mûçeyên karmendan ên ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bûne sedema qeyranê kir û got ku
“Em dixwazin gelê Kurdistanê û bi taybetî karmend bizanibin ku em ê dudil nebin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka bûdceyê, em ê hemû gavên pêwîst bihavêjin."
Şanda Herêma Kurdistanê, duh bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çûbû Bexdayê û li ser pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de gotûbêj kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin