Wezîrê Enerjiyê Bayraktar ji bo hevdîtinên cuda li Bexdayê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar û şandeya pê re îro bi serdaneke fermî çû Bexdayê û bi mebesta pêwendiyên cuda cuda pêk anî.
Wezîr Bayraktar îro Yekşemî 16ê Adara 2025an di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew serdana Bexdayê ya paytexta Iraqê kiriye.
Wezîr Bayraktar diyar kir ku ji bo hevdîtinên curbecur serdana paytexta Iraqê Bexdayê kirine û di rawestgeha ewil a serdanê de bi Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Neftê Hayan Abdulganî re hevdîtin pêk anîn.
Alparslan Bayraktar derbarê hevdîtina xwe ya bi wezîr Abdulganî re wiha got: "Di hevdîtinê de ji bilî projeyên heyî yên di navbera welatên me de, me derfetên hevkariyê yên ji bo bidestxistina potansiyela bilind a di warên hilberandin, veguheztin û bazirganiya sektora neft û gaza siruştî de nirxand da ku em bigihîjin hedefa qebareya bazirganiyê ya ku ji hêla rêberên me ve hatî destnîşankirin."
Wezîr Bayraktar di nivîseke din a li ser malpera Xê de ragihand ku wan bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtin kiriye û diyar kir,
“Me geşedanên herêmî û bandora wan li ser welatên me û sektora enerjiyê di dema kurt û navîn de gotûbêj kir." Wezîr Bayraktar got, "Me bal kişand ser girîngiya nirxandina Projeya Rêya Pêşketinê ya wekî rêya enerjiyê û xurtkirina hevkariya xwe ya di vê çarçoveyê de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin