Serokwezîrê Polonyayê Tusk: Hevdîtinên astiyê dibe di mehên zivistanê de destpêbike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk ragihand ku dibe di mehên zivistanê de hevdîtinên aştiyê yên navbera Rûsya-Ûkrayna destpêbikin. Tusk got ku di sala 2025an de wê Polonya bibe serokê demkî yê Yekîtiya Ewrûpayê û li ser rewşa Ûkraynayê wê bi lîderên siyasî re civînan bike.
Tusk ragihand ku wê di 01.01.2025an de bibe serokê YEyê û bi lîderên siyasî yên pêwendîdar re civînan bike. Tusk weha dewam kir:
“Serokatiya YEyê ya me ya demkî, digel şeklê dîmena siyasî, tevî ku hêj pirsgirêk hene jî, belkî di wexta muzakereyên ku di zivistanê de despêbikin, wê rewş çawa xwuya bike, wê bibe xwedî berpirsiyar.”
Tusk got ku hewlên Polonya û YEyê di encamê de bibe hêviya çêbûna aştiyê lê di derbarê hevdîtinan de behsa hûrahiyan nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin