Serokwezîrê Ermenistanê: Amade me peymana astiyê bi Azerbaycanê re îmze bikim
PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ew amade ye peymana aştiyê bi Azerbaycanê re îmze bike.
Paşinyan got: "Reşnivîsa peymana aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hatiye pejirandin û li benda îmzekirinê ye. Ez amade me ku îmzeya xwe danim bin reşnivîsa ku hatiye pejirandin."
Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov, 13ê Adarê li Foruma 12emîn a Cîhanî ya Bakuyê ragihandibû ku li ser hemû madeyên deqa peymana aştiyê bi Ermenistanê re lihevkirin çêbûye û pêvajoya danûstandinê qediyaye.
Herwiha Bayramov gotibû: "Xebata li ser deqê qediya. Di qonaxa pêş de, divê îdiayên erdnîgarî yên li dijî Azerbaycanê ji Destûra Ermenistanê bên derxistin. Ev şertek e ku ji bo îmzekirina peymanê naguhere. Herwiha divê Koma Mînskê û bermayiyên wê bên tasfiyekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin