Azerbaycan û Ermenistanê li ser hemû xalên peymana astiyê li hev kir

13 March 2025 20:01 0 dîtin
Azerbaycan û Ermenistanê li ser hemû xalên peymana astiyê li hev kir

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov ragihand ku li ser hemû xalên deqa peymana aştiyê bi Ermenistanê re lihevkirin pêk hatiye û pêvajoya muzakereyan temam bûye.

Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov, di civîna rojnamevanî ya li Foruma Bakûyê ya Cîhanî ya 12emîn de, behsa pêvajoya aştiyê bi Ermenistanê re kir.

Wezîr Bayramov diyar kir ku li ser hemû madeyên deqa peymana aştiyê bi Ermenistanê re lihevkirin pêk hatiye û wiha axivî:

"Muzakereyên li ser deqa peymana aştiyê temam bûn. 2 madeyên ku li ser wan lihevkirin pêk nehatibû hebûn. Ermenistanê pêşniyarên Azerbaycanê yên di van 2 madeyan de jî qebûl kir. Xebatên li ser deqê temam bûn. Di qonaxa pêş de, divê daxwazên erdnîgarî yên li dijî Azerbaycanê ji Destûra Ermenistanê bêne rakirinê. Herwiha, divê Koma Mînskê û bermahiyên wê bêne tasfiyekirinê."

Peymana Aştiyê ya Azerbaycan-Ermenistanê

Reşnivîsa peymana aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ji 17 madeyan pêk tê. Heta niha li ser 15 madeyên reşnivîsa peymanê lihevkirin pêk hatibû. 2 madeyên ku lihevkirin li ser wan pêk nehatibû, dûrketina welatan ji daxwazên li hemberî hev û tunebûna nûnerên welatên din li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê bûn.