Heyetên Azerbeycan û Ermenistanê ji bo ‘Peymana Astiyê’ li Kazakistanê civiyan

10 May 2024 21:35 0 dîtin
Heyetên Azerbeycan û Ermenistanê ji bo ‘Peymana Astiyê’ li Kazakistanê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov û hemkarê wî yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di çarçova hevdîtinên aştiyê de li payîtexta Kazakistanê li Elmatayê civiyan. Di civînê de wezîrê karên derve yê Kazakistanê xwediyê malê bû.

Ji berê de, di navbera welatên serbixwe yên Sowyeta berê de, di sala 1991an de, ‘Deglerasyona Almata’ hatiye amadekirin û her dewleta endam deglerasyonê îmze kiriye ku deglerasyon di derbarê qaîdeyên destnîşankirina sînorên welatên endam de ye.

Murat Nurtleu, di destpêka axaftinê de ragihand ku di wexteka nêz ya borî de, li Almatayê biryarên girîng hatine dayîn ku di derbarê dahatûya welatên endam yên Civaka Dewletên Serbixwe de bûn. Nurtleu balê kişand ser Deglerasyona Almatayê û got:

“Teklîfa serokkomarê Kazakistanê ya Kasım Comert Tokayev ku xwest muzakereyên navbera Ermenistanê û Azerbeycanê li Almatayê bibin, gelek vatedarin (remziye).”

Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Bayramov ragihand ku civînên tên kirin, ji bo normalbûna têkiliyên navbera Azerbeycanê û Ermenistanêye û amadekirinên pêşiya Peymana Aştiyê ye.