Wezîrên Azerbaycan û Ermenistanê li Berlînê ‘ji bo astiyê’ civiyan

28 February 2024 20:01 0 dîtin
Wezîrên Azerbaycan û Ermenistanê li Berlînê ‘ji bo astiyê’ civiyan
PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê piştî dagirkirina Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve, li Berlînê ‘ji bo aştiyê’ hatin ba hev.

17ê Sibatê li Munîhê di navbera Serokwezîrê Ermenistan Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycan Îlham Alîyev de hevdîtinek hatibû kirin û biryara vê civînê hatibû dayîn. Hate diyarkirin ku di civînê de, li ser çawaniya pêkanîna aştiya navbera herdu welatan gotûbêj hatiye kirin.


Li gorî zanyariyan wê Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî piştî vê civînê civîneke sê alî bi herdu wezîran re pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, di şerê Îlona 2023yan de tevahiya Qerebaxê ketibû bin kontrola Azerbaycanê û bi qasî 100 hezar Ermen jî ji herêmê reviyabûn çûbûn Ermenistanê.

Ev çend meh in bi armanca peymaneke aştiyê di bin sîwana Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê de gotûbêj têne kirin, lê hîn negihîştine encamê.