Wezîrên Azerbaycan û Ermenistanê ji bo gotûbêjên çareseriyê li Moskowê ne

09 October 2020 18:13 0 dîtin
Wezîrên Azerbaycan û Ermenistanê ji bo gotûbêjên çareseriyê li Moskowê ne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zograb Mnatsakayan li ser vexwendina Kremlînê ji bo dawîanîna şerê Qerbexê çûn Moskowê. Herwiha piştî vê nûçeyê AFPê jî ragihand ku gotûbêjên bo çareseriya krîza Qerebaxê li Moskowê dest pê kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo kêmkirina aloziya li herêmê herdu aliyênAzerbaycan û Ermenistanê vexwendibûn Moskowê ku herdu aliyan jî pêşxwazî li daxwaza Pûtîn kir û ji bo hevdîtinê çûn Moskowê.

Berdeva Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova piştrast kiribû ku herdu aliyên Azerbaycan û Ermenistanê ji bo dawîanîna rageşiyê beşdarî hevdîtina bi nezareta Rûsyayê dibin.