Serokkomarê Almanya Steinmeier, pistî Ermenistanê seredana Azerbeycanê dike

01 April 2025 23:31 0 dîtin
Serokkomarê Almanya Steinmeier, pistî Ermenistanê seredana Azerbeycanê dike

PeyamaKurd – Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier, piştî seredana Ermenistanê kir çû payîtext Baku ya Azerbeycanê. Wê li Azerbeycanê bi serokkomarê wê bi Îlham Aliyev re hevdîtin bike.

Serokkomarê Almanya Steinmeier, li balafirgeha navdewletî ya Haydar Aliyev, ji aliyê cîgirê yekem yê serokwezîrê Azerbeycanê Yaqub Eyyubov, cîgirê wezîrê karên derve Fariz Rzayev û rayedarên din de hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de wê behsa hevkariya Almanya ya bi Azerbeycanê re û li ser pirsgirêkên herêmê biaxifin.