Serokkomarê Almanya Steinmeier nîsana liyaqatê ya herî bilind da Merkel
PeyamaKurd – Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel bi nîşana herî bilind ya nîşana Almanya xelat kir. Ev jî nîşan dide ku hêza jinê çendîn zêde ye. Merasima xelatê li koşka Bellevue de hat amadekirin. Xelata bi navê ‘Komara Federal ya Almanya, Nîşana Liyaqatê, Xaça Herî Mezin’ ji aliyê serokkomar Frank-Walter Steinmeier de ji bo Merkel hat dayîn. Di merasimê de serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û seroka komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen jî amade bû.
Steinmeier, pesnê Merkel da û got ku Merkel Almanyayê di krîzên herî mezin de rizgar kiriye û weha dewam kir:
“Di wexta ku rewşa me, di asta herî ne baş de bû, we di seha aboriyê de welatê me rizgar kir û we alîkariyê kir. We hemû hêza xwe ji bo demokrasiyê xwurt bikî serf kir û we ti carî xwe nexist navendê. We di 16 salê desthilatê de, erka jinê nîşan da ku wê her wext di welatê me de hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin