Serokkomarê Almanya Steinmeier giha Tirkiyê
PeyamaKurd – Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier, bi sedema 100em salvegera peymana dostaniya Tirkiye-Almanya, bi fermî seredana Tirkiyê dike. Di babetên seredana wî de koç, têkoşîna bi terorê re, aborî û mijara endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê heye.
Steinmeier, ewilî seredana Îstenbolê kir û Almanya di asta yekem de, seredana Tirkiyê dike û lewra seredana wî girînge. Rêvebirekî wezareta karên derve ragihandiye ku di erdheja 6ê Sibata sala 2023an de Almanya desteka herî zêde daye Tirkiyê, hevkarekî mezin yê bazirganiyê yê Tirkiyê ye û di sala 2023an de hecma bazirganiya navbera her dû welatan 50 milyar dolare û bende ne ku di sala 2024an de bibe 60 milyar dolar. Rêvebir gotiye:
“Di navbera me de li ser têkoşîna bi terorê re, ewlehî û koçberiyê de dixwazin têkiliyan xwurt bikin.”
Bes Ankara dixwaze bibe endamê YEyê, yekîtiya gumrikê nûjen bike, serbestiya vîzayê bidin Tirkiyê û di van mijaran de Almanya dikare roleka baş bigre ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin