Serokkomarê Almanyayê bang li gel kir: Biçin ser sindoqan
PeyamaKurd - Serokkomarê Almanyayê Steînmeîer ji bo xurtkirina demokrasiyê bang kir ku di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên di 23ê Sibatê de bên lidarxistin, gel biçin ser sindoqan.
Steinmeier di peyama xwe ya vîdyoyê de got, "Em hemî li hember hev û li hember pêşeroja welatê xwe berpirsiyar in. Ji ber vê yekê ez ji we daxwaz dikim ku hûn biçin dengê xwe bidin. Deng bidin ku hûn dizanin ku dengê we dikare bibe dengê biryardar. Di 23ê Sibatê de demokrasiya me xurt bikin, dengê we girîng e."
Steinmeier destnîşan kir ku gelek hilbijêr biryar dane ku dengê xwe bidin kîjan partiyê û hin kes jî dipirsin çima dengê xwe bidin, Steinmeier destnîşan kir ku bersiva vê yekê paşeroja welat û xurtkirin û parastina demokrasiya azadîxwaz a destûrî ye.
Steinmeier ji welatiyan xwest ku bi çûna ser sindoqan û dengdanê dengê xwe bibêjin, nemaze di dema aloz a niha ya krîz û pevçûnan de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin