Almanyayê bang li welatiyên xwe kir: Ji Îranê derkevin!

03 October 2024 09:59 0 dîtin
Almanyayê bang li welatiyên xwe kir: Ji Îranê derkevin!

PeyamaKurd – Almanya piştî êrîşa moşekî ya Îranê li ser Îsraîlê, şîretên xwe yên geştûguzarî û ewlehiyê nû kir û ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku wî welatî biterikînin.

Wezareta Derve ya Almanyayê piştî êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Îsraîlê ya pêr, pêşniyarên xwe yên geşt û ewlehiyê ji bo Îranê nû kir.

Di malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê de di beşa bi sernavê "Îran: Pêşniyarên seyahet û ewlehiyê (Hişyara rêwîtiyê)" de ev daxuyanî hatin dayîn.

"Em hişyariyê didin sefera Îranê. Ji welatiyên Alman tê xwestin ku ji Îranê derkevin."

Agahiyên ku li ser rûpelê hatine parvekirin herwiha bi bîr dixe ku hêzên Îranê di 1ê Cotmeha 2024an de bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kirine. Hat diyarkirin ku ji hêzên çekdar ên Îsraîlî tê payîn ku bersiv were dayîn û îhtîmala êrîşa li ser xaka Îranê jî nayê dîtin.

Wezaretê bal kişand ku seferên ji bo Îranê û ji Îranê jixwe ji ber vê rewşê tesîrdar in û got, qada esmanî ya 3yê Cotmehê saet 05.30an hat girtin. Hat tekezkirin ku dibe ku qada esmanî, balafirgeh û sînorên bejayî yên Îranê ji bo demeke dirêj bên girtin û geştên din jî bên betalkirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de herwiha daxwaz ji hemwelatiyên xwe kiriye ku neçin Îranê û di dema derketina Îranê de balafirên bazirganî yan jî sînorên bejayî bi kar bînin.