Almanyayê bang li Tirkiyeyê kir: Li gotina xwe xwedî derkevin
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji nû ve hatiye hilbijartin kir ku bi lez endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne.
Baerbock li Osloya paytexta Norwêcê ku beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yê NATOyê bû, derbarê rojevê de daxuyanî da û diyar kir ku hemû hevalbendên NATOyê soz dane Fînlandiya û Swêdê ku di nav îtîfaqê de cih bigirin û wiha got: “Pir girîng e "bawerî bi sozên ku hatine dayîn were". Wezîr Baerbock di Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di meha tîrmehê da li Lîtvanyayê bê lidarxistin da diyar kir, "di dawiyê de Swêd wek endam pêşwazîkirin" girîng e.
Annalena Baerbock, derbarê pêvajoya endamtiya Ûkraynayê ya muhtemel a NATO'yê de jî got, "Polîtîkaya deriyên vekirî" yê îttîfaqê derbasdar e, lê "di nava şerekî heyî de nikare behsa endametiyeke nû were kirin."
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy beriya niha di civîna meha Tîrmehê de daxwaz kiribû ku rê li ber endamtiya NATOyê ji bo welatê wî were vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin