Almanyayê bang li Tirkiyeyê kir: Ji hiqûqa navneteweyî re rêzdar bin

22 November 2022 18:00 0 dîtin
Almanyayê bang li Tirkiyeyê kir: Ji hiqûqa navneteweyî re rêzdar bin

PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christopher Burger ve li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de metirsiyên ku tên payîn hatin diyarkirin û hin bang li Tirkiyeyê hatin kirin.

Berdevk Christopher Burger, li paytexta Almanyayê ya Berlînê daxuyaniyek da çapemeniyê û bi rêya vê daxuyaniyê, operasyona Pençe-Kiliç a Tirkiyeyê nirxand.

Burger di daxuyaniyê de bal kişand ser wendahiyên sivîl ên operasyonê û got,

“Tirkiye diyar dike ku bi vê tevgera xwe mafê xwe yê rewa bi kar tîne. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku di vê mijarê de bi hevsengî tevbigere û li hember hiqûqa navneteweyî rêzdar be. Wendahiyên sivîlan ên ku piştî êrîşên asîmanî yên Tirkiyeyê hatine raporkirin, gelek metirsîdar in.

Piştî êrîşa dijwar a terorî ku li Stenbolê hatibû kirin, tê bira we ku hikûmeta Almanyayê bi zelalî ragihandibû ku piştgiriya Tirkiyeyê dike. Em di derbarê berpirsiyariya komên PKKê yan jî li Tirkiyeyê pê ve girêdayî ne, şopên heyî jî gelek cidî digirin.”

Rayedarên Tirkiyeyê, 2 roj berê li dijî herêmên Rojava operasyona asîmanî dabû destpêkirin û duh jî Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû ku dê operasyon berdewam be.