Macron ji Îsraîlê re: "Ez hiqûqa navneteweyî bi bîr tînim û banga agirbestê dikim"

11 November 2023 11:10 0 dîtin
Macron ji Îsraîlê re: "Ez hiqûqa navneteweyî bi bîr tînim û banga agirbestê dikim"

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, di bombebarana li ser Xezzeyê de sivîl mirine û bang li Îsraîlê kir ku êrîşan rawestîne.

Macron di hevpeyvîna xwe ya taybet a bi televîzyona Brîtanî ya BBC re de bal kişand ser wê yekê ku agirbesta li Xezzeyê wê bi kêrî Îsraîlê were û ew yekane çareserî ye.

Macron da zanîn, Fransa bi eşkereyî êrîşên Hamasê yên li dijî Îsraîlê şermezar dike û derbarê wê yekê de ku hin welatên weke Amerîka û Brîtanya daxwaza rawestandina mirovî di şer û pevçûnan de dikin û beşdarî bangewaziyên agirbestê nabin jî wî got, "Hêvîdar im ku (daxwaza agirbestê) bikin."

Macron li ser pirsa gelo Îsraîl qaîdeyên navneteweyî tevdigere an na, wiha got: "Tu hincet tune ku êrîşî sivîlan bike."

Macron diyar kir, ew yek ji lîderên ewil e ku di 7ê Cotmehê da telefonî Serokomar û Serokwezîrê Îsraîlê kir û wiha got: "Di roja ewil de me got ku ev têkoşîna li dijî terorê ye. Ji ber ku bi demokrasiyê tê kirin. Li gorî rêgezên navneteweyî, rêgezên şer û hiqûqa navneteweyî ya mirovahî tevdigerin. Lê belê roj bi roj sivîlên li Xezzeyê "Me dît ku her tim tê bombekirin."

Macron pirsa, "Gelo Îsraîl hiqûqa însanî ya navneteweyî binpê dike?" bi van gotinan bersivand: “Weke hevkar û heval, mehek piştî êrîşeke terorîstî, ger hûn hewl bidin bi vî awayî rûbirûyê wê bibin, ez difikirim ku hûn ê bên şermezarkirin û yên sûcdar wê hûn bin.

Îro sivîl hatin bombebarankirin. Pitik, jin û extiyar tên bombekirin û kuştin. Tu hincet û rewatiya vê yekê nîne. Ji ber vê yekê em bang li Îsraîlê dikin ku raweste. Ez ne dadger im, ez serokê dewletê me. Ez hiqûqa navneteweyî bi bîr tînim û banga agirbestê dikim."

Macron li ser meşa li dijî antîsemîtîzmê ya ku roja Yekşemê li welêt tê lidarxistin, destnîşan kir, welatê wî yek ji welatên Ewropayê ye ku nifûsa herî zêde ya misilman û cihûyan lê heye û got, divê hemû gelê Franseyê li dijî antîsemîtîzmê bibin yek û êşa ku Filistîniyan jiyane parve bikin.

Macron amaje bi şerê Ûkrayna-Rûsyayê jî kir û diyar kir, eger Rûsya bi ser bikeve, wê li Ewropayê hêzeke nû ya emperyal derkeve holê û ev yek wê li gel Ewropayê welatên Sovyeta berê jî tehdîd bike.

Macron kiryarên Rûsyayê yên li Ukraynayê wek "emperyalîzm û kolonyalîzm" bi nav kir û got, erka Fransa û hemû welatên din e ku piştgiriyê bide Ukraynayê.

Wî diyar kir ku hîn ne dema wê ye ku Ukrayna li ser masê rûne û wê dema danûstandinên adil were.

Macron di hevpeyvîna xwe de herwiha bal kişand ser zêdebûna tundrewiya li hawîrdora virtual û tekez kir ku şîrketên wekî Meta û Google sozên xwe yên derbarê sûcên nefretê pêk neanîne.

Macron bal kişand ku guherîna avhewayê li hin deverên dinyayê dibe sedema terorê û kêmbûna ava Gola Çadê wek mînak nîşan da.

Macron got, "Di encama guherîna avhewayê de, gelek malbatên masîgir zehmetiyan dikişînin. Gelek cure winda bûne. Hat asta ku mirovan ber bi terorê ve bikişîne."

Macron destnîşan kir, di mijarên cîhanî de hevkariyeke cîhanî pêwîst e.