Di çapemeniya Îsraîlê de îdiaya ku Macron hisyarî daye Netanyahu!

21 September 2024 14:06 0 dîtin
Di çapemeniya Îsraîlê de îdiaya ku Macron hisyarî daye Netanyahu!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokomarê Fransayê Macron telefonî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu kiriye û hişyarî daye û gotiye, "Hûn herêmê dikişînin nava şer."

Hat îdiakirin ku Emmanuel Macron ji ber 'şerê herêmî' hişyarî daye Benjamîn Netanyahû.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronot a Îsraîlê, Macron piştî êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser başûrê paytext Beyrûtê telefonî Netanyahu kir. Hat îdiakirin ku Macron ji Netanyahu re gotiye, "Hûn herêmê dikişînin nav şer."

Netanyahu bersiva Macron da û got, "Li şûna ku hûn zextê li Îsraîlê bikin, dem hatiye ku hûn zextê li Hizbullahê bikin da ku êrîşên xwe rawestîne."