Îdiaya balkês di çapemeniya Îsraîlê de: Têkçûna Hamasê wê bê ragihandin
PeyamaKurd – Li gorî çapemeniya Îsraîlê, rêveberiya Tel Avîvê ji ber plana zêdekirina êrîşên li dijî Hîzbullahê yên li ser sînorê Lubnanê, wê di demeke nêz de têkçûna baskê leşkerî yê Hamasê, Tugayên Qassam, ragihîne.
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN îdia kir ku rêveberiya Tel Avîvê xwe amade dike ku di demeke nêz de têkçûna Qassam a li Xezzeyê ragihîne, bi îhtîmala zêdekirina êrîşên xwe yên li dijî Hîzbullahê yên li ser sînorê Lubnanê.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku piştî bidawîbûna "çalakiyên leşkerî" yên li bajarê Refahê, artêşa Îsraîlê wê "operasyonên" xwe yên li Şerîda Xezzeyê di heyama ku wekî qonaxa sêyemîn a şer tê zanîn de bi awayên cuda bidomînin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin