Sûriyeyê ji bo Îsraîlê bang li civaka navneteweyî kir
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li dijî Îsraîl a ku operasyonên xwe yên li Xezze û Lubnanê didomîne, Îsraîl şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir.
Di dawiyê de, piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Deriyê Sînor ê Mesnaa yê di navbera Lubnan û Sûriyê de, ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyeke şermezarkirinê hat.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê da hat destnîşankirin ku Deriyê Sînor ê Mesnaa "damarên jiyanî" ye ku bi sed hezaran welatiyên Lubnanî û Sûriyeyê yên ji ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê hewl didin ji Libnanê derkevin tê bikaranîn.
Di daxuyaniye da hat balkişandin ku İsraile destüra xwe ya li ser sinor qut kiriye ü wiha hat gotin, "Sûriyeyê ev cinayeta siyonîst a bêsînor mehkûm dike ku heta ekîbên berevaniya sivîl û xebatkarên alîkariyên mirovî jî bandorê li wan kiriye."
Herwiha bang li Îsraîlê hat kirin ku êrîşên xwe rawestîne û ji civaka navneteweyî jî hat xwestin ku Îsraîl ji kiryarên xwe berpirsyar bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin