Macron li Îsraîlê ye! Daxuyaniyên hevbes bi hevkarê xwe Herzog re
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Tel Avîvê ji bo ku welatê xwe 'hevgiriya tam' a bi Îsraîlê re nîşan bide.
Di daxuyaniya Qesra Elysee de hat gotin ku sedema seredana Macron "Piştgiriya Îsraîl e û Îsraîliyên Fransayê ye û herwiha peşniyarkirina pevajoyeke rast a aşitiye" ye.
Brîfîng ji Herzog û Macron
Macron û Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog li Qudsê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Macron piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê dubare kir û bi bîr xist ku Fransa "welatekî ku berê rastî êrîşên terorê hatiye" ye.
Macron ji hevtayê xwe re got, Fransa "mil bi mil" ligel Îsraîlê radiweste û "di şerê li dijî terorê de wê bi tenê nemîne".
Macron got, "Ez li ser navê welatekî ku rastî êrîşên terorê hatiye, bi we re diaxivim."
Herzog: Hîzbullah bi agir dilîze
Serokê Îsraîlî Isaac Herzog êrîşa Hamasê wek "yek ji xirabtirîn hovîtîyên serdemên nûjen" bi nav kir û Hizbullaha Libnanî bi "lîstika bi agir" li bakurê Îsraîlê tawanbar kir.
Herzog rewşa şerê Îsraîl bi Hamasê re weke "pir aloz û şikestane" bi nav kir û got: "Em daxwaz dikin ku demildest hemû welatiyên me yên revandî û girtî bên berdan."
Macron wê di nava rojê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin