Macron îro ji bo pistevanîkirina Îsraîlê gihîst Telavîvê

24 October 2023 11:32 0 dîtin
Macron îro ji bo pistevanîkirina Îsraîlê gihîst Telavîvê

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro ji bo piştevanîkirina Îsraîlê gihîşt Telavîvê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro gihîşt Televîva paytexta Israîlê û biryar e bi Serokwezîr û berpirsên bilind ên wî welatî re bicive. Armanca serdana wî jî nîşandana piştevaniyê ji bo wî welatî di şerê li dijî Hamasê de ye.

Koşka Êlîzê li ser serdana Macron ji bo Telavîvê diyar kiriye, Fransa tekezê li ser parastina kesên sivîl û jêrxaneyan dike.

Herwiha yek ji mijara din a serdana Macron ji bo Televîvê, lidûçûna çarenivîsê wan welatiyên Fransayê ye yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine girtin.