Artêsa Îsraîlê li Xan Yunusê gihîste meytên 5 Îsraîliyan
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan xwe gihandiye meytên 5 Îsraîliyên ku di hêrişa 7ê Cotmehê ya Hemasê de hatibûn kuştin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 5 meytên ku hatine dîtin yek jê yê mamosteya kreşê Maya Gorena 56 salî ye.
Di nûçeya radyoyê de hate aşkerekirin ku Maya Gorena di hêrişa Hemasê ya li dijî Nir Oz a başûrê Îsraîlê ku yek ji cihên Hemasê di 7ê Cotmehê de bi dijwarî hêrişê lê kiribû ye, hatiye kuştin.
Berpirsên leşkerî yên ku ji Radyoya Artêşê re peyivîn diyar kirin ku 4 meytên din jî yên 4 leşkerên Îsraîlê ku ew jî di hêrişên 7ê Cotmehê de hatine kuştin in.
Hate ragihandin ku meytên van 5 kesan li herêma Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê ku Îsraîlê vê hefteyê li dijî wê derê hêrişên nû pêk anîbû hatine dîtin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh di axaftina xwe ya li Kongresa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de got ku hikûmeta Îsraîlê, ji bo azadkirina dîlên Îsraîlî pir hewl dide û ew di wê baweriyê de ne ku ev hewldan wê encam bidin.
Rayedarekî Îsraîlî jî duh diyar kiribû ku şandeya danûstandinan a Îsraîlî wê beşdarî hevdîtinên agirbesta Xezzeyê û serbestberdana dîl û girtiyan ên ku bi navbeynkariya DYA, Misir û Qeterê têne birêvebirin bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin