Fermandarê CENTCOMê ji bo gotûbêjkirina bersiva Îsraîlê bo Îranê gihîst Tel Avîvê

06 October 2024 09:34 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê ji bo gotûbêjkirina bersiva Îsraîlê bo Îranê gihîst Tel Avîvê

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla, ji bo gotûbêjkirina li ser bersiva Îsraîlê ya bo moşekbarana Îranê gihîşt Îsraîlê.

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand, di demeke ku amadekariyên êrîşa li dijî Îranê tê kirin de, fermandarê CENTCOMê serdana Îsraîlê kir.

Kanala 12an a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Îsraîlê diyar kir, Îranê şaşîtiyek mezin kiriye û wê bedêla wê bide.

Rojnameya Maariv a Îsraîlê jî bi zarê artêşa Îsraîlê ragihandiye, amadekariyên bersivdana êrîşa Îranê dewam dikin û dê bandor giran û mezin bin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakcî jî gotiye, wê bersivdana Tehranê li dijî her êrîşeke Îsraîlê mezin û xurt be.