Hejmara kustiyên êrîsên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê gihîst 25 hezarî
PeyamaKurd – Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê da hejmara kesên mirin derket 24 hezar û 762an û hejmara birîndaran jî derket 62 hezar û 388an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên Îsraîlê de 165 kesan jiyana xwe ji dest dan û 280 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber wêrankirina êrîşan hêj gelek kes di bin xirbeyan de mane û ekîbên berevaniya sivîl û tenduristiyê yên lezgîn di gihandina wan de zehmetiyan dikşînin.
Wezaretê ragihand ku di êrîşên ku Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an da li ser Şerîda Xezzeyê dabûn destpêkirin hejmara Filistîniyên ku mirin derket 24 hezar û 762an û hejmara birîndaran jî derket 62 hezar û 388an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin