Îsraîlê êrîsên asmanî yên tund bir ser rojavayê Xezzeyê!
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê bi dijwarî taxên El Rimal û Tel El-Hawa yên li rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin.
Di êrîşan de li herêmê dûmanek mezin çêbû.
Di belavokên ku doh danê sibê ber bi bajarê Xezzeyê ve hatin avêtin de, artêşa Îsraîlê hişyarî da ku bajar wê bibe "herêma pevçûnê ya xeternak" û ji Filistîniyên li herêmê xwest ku koçî Deyr el-Belahê ya ku dikeve navenda Şerîda Xezzeyê bikin.
Li gorî daxuyaniyên di belavokan de tê dîtin ku herêmên ku ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatine xwestin bên valakirin, tevahiya bajarê Xezzeyê dihewîne.
Hefteya borî artêşa Îsraîlê ji bo Filistîniyên li hin taxên bajarê Xezzeyê dijîn teblîxat dabû ku ji herêmê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin