Rûsyayê ji bo êrîsên Îsraîlê yên ser Sûriyê helwesta xwe guhert: Girtina qada asmanî di rojevê de ye

25 July 2021 12:37 0 dîtin
Rûsyayê ji bo êrîsên Îsraîlê yên ser Sûriyê helwesta xwe guhert: Girtina qada asmanî di rojevê de ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî zêdebûna êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser binkeyên hêzên milîsên Îranî yên piştevaniya rejîma Sûriyê dikin, sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî hemû hatine aktîfkirin.

Li gorî çavkaniyên rûsî, Moskow dikare qada asmanî ya Sûriyê li ber balafirên Îsraîlê bigir, ku di çend rojên dawî de êrîşên xwe li dijî binkeyên girêdayî Îranê û Hizbullahê li bakur û naverasta Sûriyê zêde kirine.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ku ti daxuyanî derbarê êrîşên berê yên Îsraîlê de nedidan, li ser êrîşên dawî du daxuyaniyên cuda dane.

Li gorî çavkaniyên Şerqul Ewsetê, “Têkiliya mijarê bi danûstandinên Rûsya-Amerîkayê re heye ku piştî civîna yekemîn a di navbera Vladmîr Pûtîn û Jeo Biden a meha borî de, rewşeke nû çêbûye. Moskowê berê xwe li hemberî êrîşan digirt, ji ber ku Tel Evîv hemû tevgerên xwe bi Washingtonê re kordîne dike. Pêwendiyên Rûsya bi Amerîkayê re qut bûn, niha piştî pêwendiyên bi Amerîkayê re diyar dibe ku Moksowê erêkirin wergirtiye ku Washington li dijî êrîşên Îsraîlê yên domdar e.”

Çavkaniyê gotiye, “Îsraîliyan hîs kir ku pergalên parastina hewayî li Sûriyê hatine aktîfkirin,  di pratîkê de jî hemû moşekên hatine avêtin hatin xistin, ev yek tê wateya ku di vê dozê de guhertin çêbûne û nîşan dide ku balafirên Îsraîlê demeke dirêj e ku derbasî qada hewayî ya Sûriyê nebûne û êrîşên yekser êrîş pêk neanîne. Moskowê jî alavên berevaniya asmanî yên pêşketî dane Şamê, herwiha pisporên Rûs yekser çavdêriya wan dikin.”