Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Di êrîsên asmanî yên Îsraîlê de 12 kesan can dan
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser herêma Xezzayê de 12 kesan can dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê eşkere kir, artêşa Îsraîlê ji derengiya şevê heta serê sibê herêma Xezzayê bombebaran kir û di encamê de 12 kesan canê xwe jidest dan û 20 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de da zanîn, 40 balafirên şer çeperên Saraya Qudisê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî bombebaran kirin û di encamê de 3 serkirdeyên pilebilind ên leşkerî hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlî da zanîn ku bombabarankirina wan wê berdewam bin heta ku hemû armanc tên bidestxistin.
Li hember êrîşên Îsraîlê, Wezareta Derve ya Filistînê bang li civaka navdewletî kir ku bikevin rêzê û êrîşên Îsraîlê bi pêşhateke metirsîdar ji bo rewşa herêmê binav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin