Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê: Di êrîsên Îsraîlê de 356 mirî û 1246 birîndar hene
PeyamaKurd – Hêzên hewayî yên Îsraîlê vê sibê di êrîşên ser Hîzbûllah a Lubnanê de, li 300 ciyan xist. Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de 356 kes mirine û 1246 kes birîndar bûne.
Heya ragihandina wezîrê Lubnanê jî, êrîşên Îsraîlê dewam dikirin û çapemeniya dinyayê jî radigihîne ku êrîş dewam dikin. Berdevkê hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) tûxamîral Daniel Hagari ragihand:
“Hêzên hewayî yên Îsraîlê îro li 300 ciyan xistiye û êrîş dewam dikin. Ciyên me li wan xistine bêhtir ew malên ku di wan de Hîzbûllahê sîlihan depo dike. Rojên zahmet li pêşiya me ne. Di temamê cepheyan de me xwe daye ser bergiriyê û êrîşan.
IDFyê, ber destê êvarê ragihand ku ji Lubnanê 5 roketan avêtine bajarê Îsraîlê Hayfayê, hinek roket ji aliyê sîstema bergiriya hewayê ya Îsraîlê de hatine îmhakirin û hinek ji wan ketine nav araziyên vala.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin