Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daneyên dawî yên kustî û birîndarên êrîsên Îsraîlê ragihandin

03 January 2024 21:29 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daneyên dawî yên kustî û birîndarên êrîsên Îsraîlê ragihandin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê diyar kir ku hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de mirin, derket 22 hezar û 313an.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ve hat dayîn de derbarê kuştî û birîndarên êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê ku 89 roj in dewam dikin de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de 128 Filistînî şehîd bûne û 261 Filistînî jî birîndar bûne.

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin derket 22 hezar û 313an. Hat ragihandin ku hejmara birîndaran derket 57 hezar û 296an.