Wezîrê Îsraîlê li ser êrîsên Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir: Dinya bêdeng e!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz, li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên piştî êrîşa PKKê ya Enqereyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de wêneyê Erdogan û Guterres parve kir û got: “Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e.”
Katz li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê li ser wêneyekî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wiha nivîsand:
“Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e. Dîktatorê li Enqereyê li bakurê Sûriyeyê Kurdên sivîl ên bêguneh bombebaran dike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tiştekî nabêje. Banga agirbest û civîneke bilez a Konseya Ewlehiyê li ku ye? Mafên Kurdan û giliyê Erdogan ê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê li ku ye?
.@RTErdogan is slaughtering Kurds, and the world remains silent. The dictator from Ankara is bombing innocent Kurdish civilians in northern Syria, and UN Secretary-General @antonioguterres says nothing. Where is the call for a ceasefire and an urgent Security Council meeting?… pic.twitter.com/oXbeBkaY7Y
— ישראל כ”ץ Israel Katz (@Israel_katz) October 24, 2024
Dema ku Îsraîl li dijî rêxistinên terorîst ji bo xweparastinê dikeve nava liv û tevgerê, Guterres yekser êrîş dike lê dema ku hevalê wî yê antî Semîtîk tawana şer dike, ew bi hêsanî ji holê winda dibe. Durûtiya bi vê ecêbê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin