Wezirê Tirk ji bo êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê: Her tist berdewam e!

15 January 2025 18:25 0 dîtin
Wezirê Tirk ji bo êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê: Her tist berdewam e!

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, li ser egera operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê got: “Hûn dizanin doh çend operasyonên asmanî hatine kirin? Her tişt berdewam dike.”

Yaşar Guler piştî civîna koma AK Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê ji medyakaran re li ser êrîşên ser deverên Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Hûn her roj pêşhatan dişopînin. Hûn dizanin doh çend operasyonên asmanî hatine kirin? Her tişt berdewam dike.”

Guler li ser pirsa serdana Wezîrê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen Şîbanî jî diyar kir, “Li wê derê (Sûriye) birêvebiriyeke nû heye. Divê em rêzê li wê bigirin. Niha ne qada me ye. Li wê derê mirov hewl didin ji xwe re sîstemekê ava bikin.”