Ji Washingtonê daxuyaniyeke nû li ser êrîsên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê

07 December 2022 19:20 0 dîtin
Ji Washingtonê daxuyaniyeke nû li ser êrîsên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, bersiv da pirsên derbarê operasyoneke muhtemel a bejahî ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê de.

Price got: "Eêrîşên asmanî yên vê dawiyê gef û metirsiyeke rasterast li ser personelên me yên têkoşîna DAIŞê li herêmê didin, çêdikin û herwiha ji ber zêdebûna çalakiyên leşkerî li Bakurê Sûriyeyê fikarên me berdewam dikin.”

Ned Price destnîşan kir ku ev demek e peyama wan bo aliyan demildest kêmkirina rageşiyê ye û li ser dijatiya Amerîka bo operasyoneke nû ya Tirkiyeyê got: “Wê li Sûriye û seranserê sînorên Tirkiye-Sûriye rageşî zêde bibe û wekî ku di êrîşên dawî de jî xuya kir, wê (operasyoneke muhtemel) ji bo ewlehiya sivîlan û personelên me gefê çêbike.”^

Price li ser nûçeyên derbarê lihevkirina bo vekişîna HSDê ji Kobanî, Tel Rifat û Minbicê de jî diyar kir, "Di vê mijarê de agahiya min nîne, divê ez berê we bidin Tirkan.”