Tirkiyê amarên seva borî yên derbarê êrîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê belav kirin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir, şeva borî li Rojavayê Kurdistanê serê sibehê çend cih bombebaran kirine û îdia kir ku herî kêm 14 şervanan di êrişên wan de can dane.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê amarên şeva borî yên derbarê êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê belav kirin û tê de diyar kir, hêzên wan şeva din heta serê sibehê armancên YPGyê yên li deverên operasyonê yên "Mertala Firatê", "Çiqlê Zeytûnê" û "Kaniya Aştiyê" bombebaran kirine.
Herwiha Wezaretê îdia kir, herî kêm 14 şervanan di êrişên wan De can dane.
Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyeyê dîmenên beşek ji êriş û topbarana xwe ya şeva borî jî belav kirine.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di dîmenan de bi tank û topên obûs û balafiran bi giranî navçeyên HSDyê bomberan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin