Aborîzan Hanke: Amarên hikûmeta Tirkiyê bi kêrî penc qirûsan nayên

07 March 2019 13:21 0 dîtin
Aborîzan Hanke: Amarên hikûmeta Tirkiyê bi kêrî penc qirûsan nayên

PeyamaKurd - Aborîya Tirkiyê ya ku roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe ji meha îlonê û vir ve tevî qeyrana dolarî bi enflasyonê ra jî rû bî rû ye.

Di meha îlonê enflasyon ji awayê ku dihat çaverêkirin zêdetir bû derkete 24.52yan û tevî ku di ser ra 5 meh derbas bûn ji sedî 20î kêmtir bû.

Abrozîzan Prof. Steve Hanke ku aborîya Tirkîyê ji nêz ve dişopîne amarên ku Tirkîyê eşker dike we ‘sergo’ bi nav kir û amarên xwe eşkere kirin.

Prof. Hanke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Tirkiyê de daxuyanî da. Hanke li ser hesabê xwe yê Twitterê nûçeyeke New York Timesê (NYT) jê wergirt û dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Erdogan ji bo ku serî bi bihabûna nirxên kel û pelan re derxe kontralan datîne ser bihayan:

“Hikûmeta Tirkîyê amaje dike ku eger enflasyona salana ji sedî 20an kêmtir bûbe naxwe tê wê wateyê ku kontrolkirina nirxan bi kêr tê. Lê li gorî hesabên min enflasyona Tirkîye ji sedî 44 e. Ya rastî tu ji min bipirsî amarên hikûmeta Tirkîyê bi kêrî penc qirûşan nakin.”