Hikûmeta nû ya Sûriyê bacên giran li ser Tirkiyê ferz dike!
PeyamaKurd – Hikûmeta nû ya Sûriyê ku Tirkiyê gelek caran ragihandiye ku ew ê piştgiriya wê bike, bacên li ser berhemên ku ji Tirkiyê tên îthalkirin ji sedî 300 zêde kiriye û kiriye 500%. Piştî biryarê hinardekirina ji bo Sûriyeyê rawestiya, hat ragihandin ku wezaret pêvajoyê dişopîne.
Rejîma Beşar Esed li Sûriyê piştî 61 salan ji aliyê komên opozîsyonê yên bi serokatiya Heyet Tehrîr el-Şam di 8ê Kanûna 2024an de hat hilweşandin û li şûna wê hikûmeteke demkî hat avakirin. Hikûmeta nû ya Sûriyê ku Tirkiyê ji roja ewil de gotibû ew ê piştgiriyê bidinê û hewl dida pê re têkiliyên erênî deyne, herî dawî biryarek krîtîk girt.
Li gorî agahiyên Ekonomîmê, rêveberiya nû bacên gumrikê yên li ser berhemên ku ji sînorê Tirkiyeyê tên ji sedî 300 zêde kiriye û kiriye ji sedî 500.
Vê biryarê bazirganiya di navbera her du welatan de rawestiya û hem hinardekarên Tirkiyê û hem jî îthalatorên Sûriyê rastî zehmetiyên mezin hatin. Pirsgirêkên cidî destpê kirine, nemaze di bazirganiya ku bi rêya deriyên sînorî yên di bin kontrola hêzên opozîsyonê de li bakurê Sûriyê têne kirin.
'Îxracata ji bo Sûriyeyê hat rawestandin'
Serokê Yekitiya Hinardekarên Dexm, Pîxik, Tov û Berhemên Rûn ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Celal Kadooglu diyar kir ku zêdekirina baca gumrukê îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê hema bêje rawestiyaye û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê gavên dîplomatîk û bazirganî bên avêtin.
Serokê Koordînasyona Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) Fîkret Kilecî diyar kir ku ev çend roj in îxracata ji bo Sûriyeyê hatiye rawestandin û wiha got, "Em difikirin ku biryar ji ber çavan re derbas bibe û were sererastkirin. Wezareta me pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Herwiha wê nîqaşên pêwîst bên kirin. Wê bac sifir nebe, lê wê daxînin astek maqûl."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin