Rejîma Sûriyê û hikûmeta Hefter a Libya li dijî Tirkiyê rêkeftin îmze kir
PeyamaKurd - Rêjîma Sûriyê û hikûmeta demkî ya girêdayî Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê re, li ser vekirina balyozxaneyên xwe û yekrêziya dijî Tirkiyê rêkeftinek îmze kirin.
Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê Welîd El-Muelim, îro 1ê Adarê serdana Lîbyayê kir û bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê ya girêdayî Xelîfe Hefter re civiya.
Hat ragihandin ku herdu aliyan ji bo vekirina balyozxane û navendên diplomasî, peymana lehevkirinê îmze kiriye û hevkariya xwe ya dijî Tirkiyê teqez kirine.
Welîd El-Muelim got, ji bo pêşî li çavbirçîbûna Tirkiyê û dagirkeriya wê ya Sûriye û Lîbyayê bê girtin, divê hevkarî û têkiliya herdu welatan bi hêztir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin