Libya | Berî hilbijartinan di navbera hêzên Hefter û hikûmeta demkî de ser derket

14 December 2021 21:17 0 dîtin
Libya | Berî hilbijartinan di navbera hêzên Hefter û hikûmeta demkî de ser derket

PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên Libyayê ku tê çaverêkirin serê salê werin lidarxistin, di navbera hêzên Hefter û hêzên girêdayî hikûmeta demkî de şer derket.

Hat ragihandin ku li bajarê Sebha yê dikeve başûrê Libyayê, di navbera hêzên Xelîfe Hefter û komên leşkerî ya girêdayî Hikumeta Demkî de şer rû daye.

Li gorî nûçeyên medya herêmî hêzên Tîma 116an a girêdayî hikumeta demkî hewl daye bi ser navenda îstîxbarata leşkerî û baregehên din ên di bin kontrola hêzên El-Keramê yên Xelîfe Hefter ên li Sebha de bigire û di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Hat diyarkirin di encama şerê bi çekên giran û navîn rû daye de, xelkê herêmê yên El-Qerda koçber bûne ku şer berdewam dike û her du alî hevdu topbaran dikin.