Esed bi fermî Balyozxaneya Samê ya Libyayê da hikûmeta Hefter

03 March 2020 17:57 0 dîtin
Esed bi fermî Balyozxaneya Samê ya Libyayê da hikûmeta Hefter

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku rejîma Sûriyê Balyozxaneya Şamê ya Libyayê bi fermî daye hikûmeta demkî ya General Xelîfe Hefter pêşengiya wê dike.

Balyozxaneya Libya ya Şamê piştî 8 salan ji nû ve vebûye û dê nûnertiya hikûmeta demkî ya Hefter bike.

Rejîma Esed hefteya borî bi nûnerên Hefter re civiyabû û rêkeftina pênasekirinê îmze kiribû.

Di hevdîtinên herdu aliyan de, herwiha li dijî hewldanên Tirkiyê û êrîşên wê jî rêkeftin hatibû îmze kirin.