Wezîrê Urdinê Sefedî bi serdaneke fermî li Samê ye: Wê bi Esed re bicive
PeyamaKurd - Medya Urdinê ragihand ku Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî li ser vexwendeke fermî, gihîşt paytexta rejîma Sûriye Şamê.
Hate diyarkirin ku El Sefedî wê bi Beşar Esed û wezîrê derve yê Sûriyê Besam Sebax re hevdîtinê bike.
Wezîrê Derve yê Urdinê, herî dawî 15ê Sibata 2023an serdana Şamê kiribû û rewşa mirovî ya Sûriyeyê bi rayedarên Şamê re gotûbêj kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin