Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî re civiya

20 November 2021 14:29 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Behreynê di çarçoveya Diyaloga Mename 2021ê de bi Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 20ê Mijdara 2021ê,  bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya.

Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û geşedanên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdullah Şahê Urdinê gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya piştevaniya berdewam a Şah Ebdullah û Urdinê kir û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiyê ligel Urdinê kir.