Wezîrê Derve yê Sûriyê bi serdaneke fermî li Dohayê ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî ji bo serdaneke fermî çû Dohaya paytexta Qeterê.
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Şeybanî îro Yekşemê 5ê Kanûna 2025ê bi serdaneke fermî gihîşt Dohayê.
Televîzyona Sûriyê diyar kir ku şanda Sûriyê ku di nav de Wezîrê Derve Esad Şeybanî, Wezîrê Berevaniyê Marhef Murhef Ebû Kasra û Serokê Dezgeha Îstixbaratê Enes Hattab pêk tê, gihîştin Qeterê.
Esad Şeybanî îro Şemiyê 04.01.2025ê di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku dê serdana Qeter, Îmarat û Urdinê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin