Wezîrê Derve yê Sûriyê: Em giringiyê didin têkiliyên xwe yên bi welatan re

30 January 2025 11:01 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Sûriyê: Em giringiyê didin têkiliyên xwe yên bi welatan re

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî diyar kir ku welatê wî girîngiyeke mezin dide têkiliyên bi welatên Ereb re û got ku rêveberiya nû ya Sûriyê kariye hinek cezayên Amerîka û Ewropayê yên li ser Sûriyê rake.

Wezîr Şeybanî di çarçoveya Konferansa Serkeftinê ya ku roja Çarşemê 29ê Çileya 2025an hat lidarxistin de daxuyanî da.

Sûriyeya Nû girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe yên bi welatên cîran bi giştî û bi welatên Erebî re. Şeybanî tekez kir ku armanca sereke ya siyaseta derve ya Sûriyê ew e ku li ser bingeha hevkarî, rêzgirtin û şirîkatiya stratejî di pêkhatina rewşeke navçeyî û navdewletî de beşdar bibe.

Derbarê siyaseta derve ya welatê xwe de jî Şeybanî ev daxuyanî da: "Li hemberî kêşeyên heyî, Sûriye siyaseteke derve ya armancdar û piralî dişopîne da ku cîhana derve dilniya bike, nêrîna xwe şirove bike, hevalan bi dest bixe, û nûnertiya gelê xwe li navxwe û derve bike."

Kolonel Ebdul Ganî roja Çarşemî 29.01.2025ê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Telegramê yê SANAyê de wiha got: "Em radigihînin ku birêz Ehmed Şera di qonaxa veguhêz a Sûriyê de weke Serokê Sûriyê dest bi kar kiriye. Şera wê erkên Serokê Sûriyê bigire ser milê xwe û di civînên navdewletî de nûnertiya wî welatî bike."