Wezîrê Derve yê nû yê Sûriyê bang li ‘Kurdan’ kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî diyar kir ku gelê Kurd ji aliyê rejîma Esad ve rastî neheqiyeke mezin hatiye û banga bi hev re avakirina welat kir.
Esad Hesen Şeybanî ji hesabê xwe yê Xê bi Kurdî peyamek weşand û bang li Kurdan kir ku bi hev re welat ava bikin.
Şeybanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Kurdên Sûriyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin.
Civaka Kurd li Sûriyê rastî neheqiyeke mezin ji aliyê rejîma Esed hatiye. Werin em bi hev re welatekî ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike ava bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin