Serok û Serokwezîrê Kurdistanê bi serdaneke fermî çûn Îmaratê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Îmarata Erebî û Serokê Encûmena Cibicîkar Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan, çûn Îmarata Erebî.
Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî ji bo beşdariya merasîma destpêkirina pêşbirka Xelata Îmarat Formula 1, îro piştî nîvro bi serdaneke fermî gihîştine Abû Dabûyê.
Hat zanîn ku di çarçova wê serdanê de, şanda bilind a Herêma Kurdistanê wê hevdîtinan ligel her yek ji Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Îmarata Erebî û Serokê Encûmena Cibicîkar Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan, Cihnişînê Sûidiye Erebiye Mîr Mihemed Bin Selman, Serokê Ermenistanê Ermîn Serkisyan, Serokê Teteristanê Rustem Mînîxanov û hejmareken din şah, serok, serkirde û serokwezîrên welatên mêvan ên merasîmê re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin