Serokê Herêma Kurdistanê îro bi serdaneke fermî gihîst Londonê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro gihîşt Londonê û biryar e bi Serokwezîrê Brîtanya û Wezîrên Karên Derve û Berevaniyê yê Brîtanyayê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15. 9. 2021ê bi serdaneke fermî gihîşt Londonê Paytexta Şahnişîna Yekgirtî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe de wê bi Serokwezîr Boris Johnson, Wezîrên Karên Derve û Berevaniyê û berpirsên din ên Brîtanyayê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê bi berpirsên Birîtanyayê re, li ser pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, şerê dijî terorê, rewş û aramiya Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo dike.
Ev duyemîn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye ji bo Brîtanya bo dema 3 roja dibe û cara yekemîn di 19ê meha Gulana 2014an de bû wê demê weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Londonê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin