Pistî êrîsa seva borî ya Idlibê Tirkiyê daxwazek ji Rûsyayê kir

22 March 2021 21:06 0 dîtin
Pistî êrîsa seva borî ya Idlibê Tirkiyê daxwazek ji Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriya Tirkiyê, piştî êrîş û bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li ser Idlibê, bêyî ku Rûsyayê tohmetbar bike, jê xwest ku êrîşên rejîma Şamê ya Sûriyê rawestîne.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê, bêyî ku Rûsyayê bi êrîşa balafirên şer ji êrîşên li ser nexweşxaneya Etarîb, Sermed û westgehên petrolê yên di bin kontrola çekdarên nêzîkî Tirkiyê yên Idlibê tohmetbar bike, ji Rûsyayê daxwaz kir êrîşên rejîma Şamê rawestîne.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên ser komên çekdar li Idlib, Dera, Hema û Çolistana Reqayê zêde kirine ku hevdem operasyonên dijî DAIŞê jî berdewam dikin.