Pistî êrîsa ser dewriyê balafirên Rûsî tevgera li Idlibê zêde kirin

25 August 2020 20:11 0 dîtin
Pistî êrîsa ser dewriyê balafirên Rûsî tevgera li Idlibê zêde kirin

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Rûsyayê, piştî êrîşa îro ya ser dewriyeya hevbeşa Rûs-Tirk tevgera xwe li asîmanê Idlibê zêde kir. Êrîşa îro danê sibehê jî koma çekdar Xetab El-Şîşanî li xwe girt.

Balafirên Rûsyayê piştî êrîşa ser derwiyeya Rûsya-Tirkiyê li dora Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê ku di encamê de panzêreke wan hate rûxandin û du leşkerên Rûs birîndar bûn, tevgera xwe ya hewayî li asîmanê parêzgeha Idlibê zêde kir.

Li aliyê koma çekdar a bi navê Tûgaya Xetab El-Şîşanî êrîşa dewriyeya Rûsyayê girte ser xwe ku berpirsiya êrîşa hefteya borî ya li ser rêya M4 jî girtibû ser xwe.