SOHR: Pistî du mehan balafirên rûsî ji nû ve Îdlib bombebaran kir

06 July 2022 20:14 0 dîtin
SOHR: Pistî du mehan balafirên rûsî ji nû ve Îdlib bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî 2 mehan balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve “herêmên bêçek” ên bi rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê hatine diyarkirin, bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê 6ê Tîrmehê 3 êrîş li dijî herêmên Bênîn û Riwêhe yên başûrê Idlibê pêk anîn ku hîn agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketine.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku hêzê Şamê jî herêmên li derdora bajarokê Merat El-Nesan a bakurê Idlibê topbaran kir.