SOHR: Balafirên Rûsî di 24 saetan de 76 êrîsên asmanî li Sûriyê kirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê ji bo piştevaniya hêzên rejîma Esed di operasyona dijî DAIŞê de, di nav 24 saetên borî de 76 êrîşên asmanî kirin.
Li gorî SOHRê hêzên hikumeta Şamê li çola Meyadîn a gundewarên Dêrazorê, çola Hema, Humis û Reqayê û heta sînorên îdarî yên parêzgeha Helebê bi piştgiriya helîkopterên Rûsyayê, operasyoneke ewlehiyê li dijî çekdarên DAIŞê dane destpêkirin ku di roja duyemîn de dewam dike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku bombebarana li çolistana Sûriyê ji 16ê Adarê ve didome û balafirên şer ên Rûsyayê rêzeçiyayên El-Beşerî yên li ser sînorên îdarî yên navbera Dêrazor û Reqayê bombebaran dikin.
Li gorî SOHRê di 24 saetên dawî de li dijî şikeftên ku tê texmînkirin çekdarên DAIŞê yên li herêmê tê de bi cih bûne 76 êrîşên asmanî pêk anîn.
SOHRê daye xuyakirin ku di êrîşên asmanî yên Rûsyayê de 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.
SOHRê ragihandiye ku ji 24ê Adara 2019an ve di encama êrîş, teqîn û kemînên DAIŞê yên li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Humis û Siwêdayê de 1356 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin